Tirkiye di vîdyoya spasiyê de cih neda Herêma Kurdistanê

Tirkiye di vîdyoya spasiyê de cih neda Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Zêdetirî 100 dewlet û rêxistinên navneteweyî yan beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn yan jî ji bo erdheja ku li 10 parêzgehên Mereşê bandor li wan kir, alîkarî şandin.

Di demekê de ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hêdî hêdî vedigerin welatên xwe ku karê rakirina kavilan destpê kiriye, Wezareta Derve ya Tirkiyê vîdyoyek belav kir û spasiya welatên ku alîkarî şandine dike.

Di vîdeoyê de her welatek bi zimanê xwe hat spaskirin.

Demeke kin piştî erdhejê, Dezgeha Alîkariya Barzanî ya Herêma Kurdistanê bi karwanekê kamyonan alîkarî şand devera erdhejê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe serdana devera erdhejê kir û di çadirên wan de bi mexdûrên erdhejê re civiya.

Lê tevî van jî Herêma Kurdistanê di vîdyoya spasiya Wezareta Derve ya Tirkiyê de cih negirt.

“Çima we guh neda birayên me yên Kurd?”

Ev helwesta Wezaretê ji aliyê gelek siyasetmedar û kesên navdar ve hat rexnekirin. Yek ji wan serokwezîrê berê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bû.

“Çima we guh neda birayên me yên Kurd?” Li ser pirsa Davutoglu di peyama xwe ya twîtterê de spasiya "Spas" a bi Kurdî kir û got, "Çima we bi zimanê xwe spasiya tîmên ku ji bo alîkariyê hatin birayên me yên Kurd paşguh kir? Werin em spasiya birayên xwe yên Kurd ên ku Wezîrê Derve guh neda wan, bi Kurdî bikin: Spas.”

"Di demeke wiha de jî, cudakariya hikûmeta nijadperest..."

Wekîla HDPê Huda Kaya bertek nîşanî tune hesibandina alîkariyên Herêma Kurdistanê da û got, “Em spasiya hemû gelên cîhanê dikin ku di demeke zehmet û bi êş de em tenê nehiştin. Di demeke wiha de jî em li ser navê welatê xwe ji ber cudakariya dewleta nîjadperest şerm dikin. Bi xêr hatî @BarzaniCF Spas #Kurdistan زۆر سوپاس”.

Endamê Damezrîner ê Partiya Pêşerojê û Serokê Parêzgeha Diyarbekirê Aydin Altaç jî di peyama xwe ya bi Tirkî û Kurdî de wiha got: "Hûn hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê wek dost nabînin jî, ew em in, em ew in birêz Çavuşoglu. Her çiqas hûn Hikûmeta Herema Kurdistana Iraqê wek dost nabînin jî, ew em in, em ew in birêz Çavuşoglu."(rudaw)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin