PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Hezîranê kevirê bingehîn bo projeya "Mizgefta Mezin a Barzanî" li Hewlêrê datîne, ku wekî mezintirîn navenda olî û çandî li ser asta cîhanê û herêmê tê hesibandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî fikra vê projeyê li sala 2023ê pêşkêş kiribû. Proje li ser rasparde û fermana wî, bi rêya Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî Dr. Piştîwan Sadiq û raspartina Serokê tîma xumalî ya "Graph"ê endezyar Reşîd Fetah hatiye dîzaynkirin.
Armanc zindîkirina mîmariya Kurdî
Armanca serekî ya vê projeyê zindîkirina mîmariya Kurdî, berçavkirina xwezaya Kurdistanê û dîroka jiyana bi rûmet a Barzaniyê Nemir e, ku qonax bi qonax di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr de hatiye bicihanîn.
Ev proje li ser rûberê zêdetir ji 2 milyon metreyên ducarkî hatiye dîzaynkirin û gelek pîverên cîhanî şikandine. Ev proje ji çend pişkên girîng pêk hatiye, wekî Hola Serekî ya Mizgeftê ku mezintirîn gombet û bilindtirîn derî li ser asta xîhanê vedigirin, û mezintirîn hola helkeftinên olî û civakî û cihên nimêjkirinê ji bo zêdetir ji 700 hezar kesan di yek demê de.
Yek milyon dar û gul têne çandin
Beşeke din a vê mizgeftê ji bax û daristanên taybet pêk tê, ku zêdetir ji yek milyon dar û gulan tê de hene, tevî çêkirina mezintirîn sûlava destçêkirî li ser asta cîhanê ku ji bilindahiya 48 metreyan dirije nav goleka destçêkirî li nav vê mizgeftê.
Dîzayna wê li ser bingeha nasnameya Kurdî ye
Ji aliyê endezyarî û dîzaynê ve, fikra vê mizgeftê li ser bingeha nasnameya Kurdî û nexş û nîgarên Kurdewarî hatiye damezrandin; avahiyê serekî yê mizgeftê li ser awayê "Reşmala Kurdî" û avahiyên din jî li ser awayê "Çadirên Kurdî" hatine dîzaynkrin.
Beşên sereke yên projeyê:
- Hola serekî ya nimêjkirinê: Cihê 9.000 kesan dibe û li ser girekî destçêkirî tê avakirin.
- Hewş û baxê mizgeftê: Cihê zêdetir ji 700.000 kesan dibe.
- Hola helkeftinên olî.
- Mezintirîn saeta rojê.
- Mezintirîn mehfûra destçêkirî li ser asta cîhanê.
- Bilindtirîn derî li ser asta cîhanê.
- 4 minare û hebûna asansorê bo dîtina temamiya bajarê Hewlêrê.
- Mezintirîn gumbed li ser asta cîhanê.
- Pirtûkxane û cihê mezintirîn arşîfkirina nivîsarên Kurdî û olî.
- Hola konferansan.
- Muzexaneya taybet bo dîrok û destnivîsên Kurdî.
- Qutabxaneya olî.
- Hola xwarinê ya giştî.
- Hola taybet bo helkeftinên civakî.
- Mezintirîn sûlava destçêkirî û gola destçêkirî.
- Mezintirîn park.
- sûkeka taybet bo kelûpelên olî û Kurdî.
- Cihê taybet bo rawestana timbêlan.