Îhtîmala êrîşa Îsraîlê li Iraqê: Milîs ketine amadebaşiyê

Dîroka Weşanê :
Îhtîmala êrîşa Îsraîlê li Iraqê: Milîs ketine amadebaşiyê

PeyamaKurd – Malpera Erem Newsê ya Îmaratê di raportekê de ragihand ku li Iraqê ji ber îhtîmala êrîşeke leşkerî ya Îsraîlê li ser milîsên alîgirên Îranê, asta amadebaşiyê hatiye bilindkirin.

Li gorî çavkaniyên siyasî û ewlehiyê yên li Bexdayê, nîşanên rewşa awarte li hundirê welat hatine tomarkirin û komên çekdar dest bi tedbîrên parastinê yên tund kirine.

Hate zanîn ku di çarçoveya van tedbîran de, hin serokên milîsan Iraq terk kirine û çûne Îranê, hinekên din jî xuyabûna xwe ya giştî kêm kirine. Her wiha hatiye ragihandin ku materyalên hesas û çek ji baregehên naskirî ber bi cihên nenas ve hatine veguhestin û mîqdarên mezin ên pereyan ji bankayên dewletê û yên taybet hatine vekişandin.

Ev tevgerên awarte nîşan didin ku aliyên biryarder li Iraqê êrîşeke sînorkirî ya Îsraîlê wekî xetereyeke nêzîk û ciddî dibînin.