Îran û Rûsya li ser korîdora Başûr-Bakûr axifîn

Dîroka Weşanê :
Îran û Rûsya li ser korîdora Başûr-Bakûr axifîn

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê ewlehiya konseya bilind ya Îranê Ali Laricanî ragihand ku wê di nêz de peymanên li ser korîdora Başûr û Bakûr bên bicîhanîn. Proje wê bi arazî û milkên ku di dikevin ber prjeyê, dê bên kirin û wê dewam bike.

Li gor ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAYê; cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Vitaliy Savelyev bi seredanekî fermî çûye Tehranê û li Tehranê bi Laricanî re li ser projê axifîne. Laricani ragihandiye ku:

“Astengên ku li pêşiya projê hene wê di wextekî kurt de çareser bibin. Bo korîdora Bakûr-Başûr çi pêwistî hebin dê çareser bikin û peymanên hatine îmzakirin dê bên bicîhanîn.”

Koridora Başûr-Bakûr di sala 2000an de bi îmzakirina peymana di navbera Îran-Rûsya û Hindistanê de hat damezrandin. Paşî Azerbeycan û Tirkiye di nav wan de 10 welatên din jî tevî projê bûn.