PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Kamerûnê do balafira ku karkeran hilgirtibû û ji balafirxana Nsîmalenê bi hewa ketibû, piştî wexteka kurt li herêma Nanga-Ebokoyê li deverekî daristanî ketibû. Piştî lêgerîneka dirêj îro tîmên rizgarkirinê karibûn xwe bigihînin cesedê 11 kesan.
Li gor ragihandinê; tîmên lêgerîn û rizgarkinê xebatên xwe qedandine. Balafira navborî, karkerên şîrketa petrolê ya Kamerûnê hildigirt. Heya niha sedema ketina balafirê nehatiye zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin