12 endamên ISÎDê hatin idamkirin!

12 endamên ISÎDê hatin idamkirin!

PeyamaKurd- Li Iraqê 12 kesên ku bi endamtiya IŞÎDê dihatin sûcdarkirin, di heqê wan de dadgehê biryara idamê qebûl kir.

Hat ragihandin ku Dadgeha Cezayan ya Iraqê 12 endamên IŞÎDê sûcdar dîtin û di heqê wan de biryara idamê hate standin. Îro ev 12 kesên mehkûm hatin idamkirin.

Ev biryara idamê ji zû de hatibû standin, lê belê ji ber ku Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî cezayê idamê ji nû tesdîq kir, mehkûm jî niha hatin daleqandin.

Li dijî vê biryarê, IŞÎDê jî duh di rêya Kerkûk-Bexdayê de 17 polîs revandin û 8 ji wan kuştin û laşê wan jî avêtin rêya Kerkûk-Bexdayê. Êdî biryara Abadî jî di pey bûyera duh re hat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin