14 sal sizayê girtîgehê bo Walîyê Rûsî hate dayîn

14 sal sizayê girtîgehê bo Walîyê Rûsî hate dayîn

PeyamaKurd - Li Rûsyayê dadgehê bi hinceta gendeliyê 14 sal cezayê girtîgehê li waliyê berê yê Herêma Kurskê Alexei Smirnov birî.

Di doza ku waliyê berê yê Herêma Kurskê Alexei Smirnov bi hinceta gendeliyê dihat darizandin de biryar hat dayîn. Dadgehê 14 sal cezayê girtîgehê li Smirnov birî.

Hinek rayedarên ku li Kurskê (li ser sînorê Ukraynayê) erkdar bûn, di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta "destdanîna ser fonên ji bo parastina sînor hatine veqetandin" hatibû destpêkirin de têne darizandin.