PeyamaKurd – Istixbarata Tirkiyê, li nahiyeya Raco ya Efrînê parêzera Kurd Necah Erûs girt.
Li çavkaniyeke taybet diyar kiriye, parêzera Kurd Necah Erûs ji ber koça dawî ya bavê xwe ji Helebê vegeriyabû gundê xwe.
Li gorî heman çavkaniyê, roja 23yê Cotmehê, dema ku Necah erûs dixwest biçe bajarê xwe Raco, ji aliyê Istixbarata Tirkiyê û polîsên serbazî ve hat girtin.
Li gor zanyariyan polîsan Necah Erûs girtine û birine Efrînê û heta niha nehatiye azadkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin