“18 hezar sînor derbas kirin û 4 mîlyon ber bi sînorê me de tên”

“18 hezar sînor derbas kirin û 4 mîlyon ber bi sînorê me de tên”

PeyamaKurd- Bi sedema rojavayî (Awrûpayî) di mijara Sûriyê de bêdeng dimînin, Tirkiye ew koçberên ku heya niha di nava Tirkiyê de dihişt, serbest berda û 18 hezar koçber ketin ser rêya Awrûpayê. Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan ragihand ku heya niha 18 hezar sînor derbas kirine û ji niha û pê de wê sînorê Awrûpayê vekirî bihêlin. Erdoğan li Îstenbolê mijarê weha ragihand:

“Me girîngiyê da pêwendiyên dewletan ên di herêmê de bandora wan heye. Her çendîn soza ku dane me, piraniya wan sozan neanîne cîh jî, me hewl da ku wan rêyan vekirî bihêlin. Di mijara Idlibê de, bo destkeftiyên me ji destê me derxin, bi taybetî plankirin û weka mijareka geşkirî derkxistin hemberê me.”

Erdoğan di axaftina xwe de got ku 4 mîlyon mirov ji ber zilm û êrîşa rejîma Sûriyê ber bi sînorê Tirkiyê de ketine rê. 1,5 mîlyon niha li ser sînorê Tirkiyê ye. Bo Tirkiye wan bicîhbike, dixebite da bo wan herêmeka bi ewle ji wan re ava bike û wan bicîhbike. Erdoğan di dewama axaftina xwe de weha got:

“Me çend meh berê çi got? Eger ev weha dewam bike em ê mecbûr bibin da deriyan vekin. Aciz bûn. Baweriya xwe bi gotinên me neanîn. Me duhî çi kir? Me deriyan vekir. Heya vê sibê koçberên ku zorê dan deriyan û derbas bûn, jimara wan giha 18 hezarî. Lê dibe îro jimara wan bibe 25 an 30 hezar. Em ê ji niha û pê de jî deriyan negrin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin