PeyamaKurd - Du çawişên pispor ku li Sûriyê kar dikirin, bi çente û baholan qaçaxiya çekan dikirin, hatine desteser kirin. Di encama operasyonekê de gelek çekên lûledirêj, demançe hatin bidestxistin.
Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, du çawişên pispor ên Tirkiyê ku li Baregeha Cildiroba ya li nêzîkî Heleba Sûriyê kar dikirin, ji ber ku bi qaçaxî bazirganiya çekan dikirin, hatin desteser kirin.
Di encama operasyonê de, di nava 3 çente û baholan de gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Çawişên pispor bi navê M.R.O. û M.U.C. hatin desteserkirin û ji bo wergirtina îfadeyan bo Serdozgeriya Kilis hatin dewakirin.
Hat hîn bûn ku kesê bi navê M.U.C. di Tîmên Taybet ên Cenirmeyên Tirkiyê de kar dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin