3 sert û merc ji bo wergirtina desthilatdariya li Xezzeyê ji Serokê Filistînê!

3 sert û merc ji bo wergirtina desthilatdariya li Xezzeyê ji Serokê Filistînê!

PeyamaKurd – Serokê Filistînê Mahmûd Abbas diyar kir ku ji bo rêveberiya Filistînê li Xezzeyê berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe, divê êrîş bi temamî rawestin, alîkariyên însanî bên kirin û pêşî li dersînorkirina Filistîniyan bê girtin.

Hevpeyvîna Abbas bi kanala "On" a Misrê re ji televîzyona dewletê ya Filistînê hat weşandin.

Abbas destnîşan kir ku ew dixwazin êrîşên li Xezzeyê bi temamî rawestin û alîkariyên însanî bên şandin, Abbas xwest ku pêşî li derketina Filistîniyên ji welatê xwe bê girtin.

Abbas diyar kir ku ger Îsraîl ji Xezzeyê derkeve, ew amade ne ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û diyar kir, rêveberiya Filistînê amade ye li Xezze, Şerîeya Rojava û Qudsê wek dewleteke yekta ya Filistînê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Abbas diyar kir ku ew ji niha ve li Xezzeye ne, veger tuneye ü li wir saziyen wan, personel ü ciwanen wan yen giredayi wan hene û got, mehane 140 milyon dolar ji gel û saziyên Xezzeyê re tê dayîn, 5 ji wan wezîran ji Gazzeyê ne û 3 ji wan jî li wir dimînin.

"Dibe ku konferansek navneteweyî were organîzekirin"

Abbas got, "Di her kêliyê de dibe ku konferanseke navneteweyî were lidarxistin. Em amade ne ku li ser esasê pêkanîna meşrûiyeta navneteweyî û dewleteke Filistînî ya ku Xezze, Şerîeya Rojava û Qudsê dihewîne, rewşê lêkolîn bikin."

Abbas bal kişand ku Îsraîl li Xezzeyê desthilatdariya Filistînê naxwaze û wiha got: "Îsraîl dixwaze li vir bimîne û perçeyên axa Filistînê bişkîne. Lê cîhan vê yekê qebûl nake. Ji aliyê teorîk ve Amerîka jî li dijî vê yekê ye."

Tiştê ku li Xezzeyê qewimî ji Nekbeya 1948an xerabtir e.

Abbas diyar kir ku di çarçoveya xebatên agirbestê de têkiliyên bi Urdin û Misrê re berdewam in û di demeke nêz de bi beşdariya welatên wek Îmarat û Qeterê ku mijara agirbestê û nexşerêya piştî şer tê de cih digirin wê civînek bê lidarxistin û wê bê nîqaşkirin.

Abbas wiha got: "Îsraîl mîna sala 1948an dixwaze Filistîniyan ji Şerîa Rojava û Xezzeyê koç bike. Îsraîl, Netanyahu û hikûmeta heyî plan dikin ku ji Filistîniyan û rêveberiya Filistînê xilas bibin."

"Ya ku piştgiriyê dide Îsraîlê Amerîka ye. Bi yek sînyalê dikare şer rawestîne. Emerîkî dibêjin Îsraîl guh nade wan. Em ji wan bawer nakin. Tişta ku li Xezzeyê qewimî li tu derê dinyayê nebûye. Tiştê ku qewimî ji Nekbeya 1948an xerabtir e. Ji bo jinûve destpêkirina jiyaneke nû li Xezeyê bi deh milyar dolar hewce ne."

Abbas destnîşan kir ku hêviyên xwe winda nakin û Xezze wê ji ya xwe baştir vegere û got, "Divê êdî cîhan fêm bike ku em gelên jiyan û serxwebûnê layîq in û tu sedem tune ku em di bin dagirkeriyê de bimînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin