PeyamaKurd – Çend dîmenên birîndarên êrîşa terorîstên DAIŞê hatin belavkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Asayîşa Hundirîn ên Rojavayê Kurdistanê wan birîndarên DAIŞê yên êrîşî girtîgehê kiribûn derman dike.
Li gorî çavkaniyên medyayî yek ji berpirsê girtîgeha Sinaa ya Hesekê ku navê xwe eşkere nekiriye daye zanîn, dîmenên birîndaran yên girtîiyên ji şaneyên terorîstên DAIŞê yên êrîşî girtîgehê kirine ne ku piştî birîndar bûne hatine girtin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku nasnameyên wan terorîstên DAIŞê yên birîndar ku HSD ew derman kirine ji Sûriye û Iraqê ne.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin 13 terorîstên birîndar ên ji şaneyên DAIŞê piştî hatine desteserkirin têne dermankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin