PeyamaKurd- Li payîtexta Fransa Parîsê serokê 4 dewletên ku weka 4 qoliyên Normandiyayê tên naskirin îro civiyan. Her 4 serok; serokê Fransayê Emmanuela Macron, serokê Rûsyayê Valdimir Putin, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û serokê dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenski bûn. Zîrwe li Qesra Elysee çêbû.
Hat gotin ku di rojeva civînê de pevçûnên di navbera Rûsya û Ûkraynayê yên li herêma rojhilatê Ûkraynayê, li Donbassê hatin axaftin. Li gor rêjeyên Neteweyên Hevgirtî di pevçûnan de heya niha 13 hezar kes mirine.
Nehat gotin bê di encama civînê de çi encam hatin bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin