PeyamaKurd – Li bakurê Bexdayê komên çekdar êrîş birin ser hêzên artêşa Iraqê ku hat ragihandin, di wê êrîşê de 4 leşkeran can daye û 17 jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyan li herêma Tarmiye ya Bexdayê ji aliyê komeke nenas ve êrîş bi ser hêzên Iraqî de hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di encama vê êrîşê de 4 leşkerên iraqî jiyana xwe ji dest dane û 17 jî birîndar bûne ku li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin