PeyamaKurd – Dîplomatekî rûsî yê li Kabulê derbarê reva Serokomarê Afganistanê Eşref Xenî de îdiayeke balkêş avêt holê.
Berdevka Balyozxaneya Rûsî ya Kabulê Nikita Îşçenko ji ajansa rûsû RIAyê re li ser hilweşîna hikûmeta Afgan û reva Eşref Xenî gotiye, ya herî balkêş reva Xenî bû ku 4 otomobîl tije pere bi xwe re birin û hewl dan hemûyan bixin nav helîkopterê, lê hemû tê de bicih nebûn û pereyên mayî li ser pîstê hiştin û çûn.
Berdevkê Vladimir Putîn ê Afganistanê Zamir Kabulov jî ji medya rûsî re daye xuyakirin ku nayê zanîn bê hikûmeta reviyaye çiqas pere li pey xwe hiştine û gotiye, “Hêvî dikim hikûmeta reviyayî hemû pereyên budçeya dewletê bi xwe re nebiribin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin