PeyamaKurd - Li navçeya Hezo ya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, endamên malbatekê bi çekan êrîş birin ser minîbûsa neyarên xwe ku di encamê de 2 kes hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku li gundê Xirbikê yê navçeya Hezoyê, bi çekan minîbûsek hatiye gulereşandin. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de; kesên bi navên Hifzullaf Güler û Abdurrahman Güler li cihê bûyerê can dane.
Birîndarên ji heman malbatê yên bi navên; Ömer Güler, Hüseyin Güler, Necmettin Güler, İsmet Güler û Mehmet Özcan bo Nexweşxaneya Hezo (Kozluk) hatine veguhestin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, di sala 2022yan meha Hezîranê de jî di navbera malbatên Guler û Durmaz de pevçûn çêbûye û 3 kesan wê demê can dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin