PeyamaKurd- Endamê rêvebiriya dezge ya zanistê yê Tirkiyê Dr. Mehmet Doğanay, 5 bajarên ku bo belabûna vîrusa koronayê talûke ne ragihand. Doğanay bo weha got:
“Bajarê ku talûka wî herî zêde ye Îstenbol e. Di dorê de Ankara heye. Piştî wan Îzmîr û Antalya hene. Herî dawiyê bi sedema ku cîranê Îranê ye, bajarê Wan ê heye. Seyra vîrusê di serî de hêdiye. Heya 8-10 rojan wisa dewam dike. Ha ku we dî, weka zekemê belav bû. Her 2 hefteyên pêşiya me gelek girîngin.”
Doğanay got ku dema germ destpêbike, di germê de xelk di mekanên girtî de wê kêm bimîne. Wê demê wê nexweşîn jî kêm bibe.Ji ber di malen girtî de derfeta vîrusê bêhtir heye ku bigihê ferdên dinan yên malbatê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin