Wesanxaneya Moriyê ji bo zarokên pêsdibistanê “Seta Bîrkariyê” çap kir

Wesanxaneya Moriyê ji bo zarokên pêsdibistanê “Seta Bîrkariyê” çap kir

PeyamaKurd – Weşanxaneya Moriyê, bi “Seta Bîrkariyê” ya ji sê fasukulan pêk tê, hin xalên bingehîn yên matematîkî, nîşanî zarokan didin.

Weşanxaneya Moriyê, ji bo zarokên temenê wan 5 û 6 e ango ji bo pêşdibistanê, “Seta Bîrkariyê” çap kir. Seta ku ji 3 fasîkulan pêk tê, wê bi Kurmancî û Kirmanckî matematîkê hînî zarokan bike.

Bi “Seta Bîrkariyê” wê zarok hin xalên bingehîn yên matematîkê yên weke jimartin, bikaranîna “zêdek”, “kêmek”, “caran” û “xelek”ê hîn bibin.

Mem Bawer, Rûşen Yapiştiran, Rûken Açikgoz, Îrem Taç, Leyla Eren, Perîhan Altan, Fatoş Taştekîn endamên komîsyona amadekar in. Mûrad Aygunî ji bo Kirmanckiyê amade kiriye û Îsmaîl Dîndarî redaksiyona setê kiriye. Ozenç Kiliçkayayî jî berg û mîzanpaja setê amade kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin