Leyen: Me bi Amerîka re soza ji bo pêsdebirina babetên hevpar dubare kir

Leyen: Me bi Amerîka re soza ji bo pêsdebirina babetên hevpar dubare kir

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen, di rêya telefonê de bi serokê Amerîkayê Joe Biden re, ji mijara bergiriyê heya bazirganiyê û heya hevpariya teknolojiyê axaftineka baş kirine û ji bo pêşdeçûna bi hevre, soza xwe dubare kirine. Von der Leyen, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitter ê de kir û got:

“Yekîtiya Awrûpayê û Amerîka dost û hevkarên hevin. Me li ser mijarên hevpar soza xwe ya ji bo pêşdeçûna bihevre dubare kir.”

Leyen got ku bi Biden re li ser mijarên bergiriyê, kêşûhewa, pandemiyê, li ser zîrwe ya ku di 5 ê mehê de lîderên Awrûpayê li ser Balkanên Rojava û mijarên din yên jeopolitik bikin, axifîne. Wekî din jî li ser TTC ê ku di 29 ê êlûnê de li bajarê Pittsburga Amerîkayê dabûn destpêkirin, guftûgo kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin