PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê di merasîma danîna kevirê binyatê yê projeya sayloya genim li parêzgeha Duhokê de gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Xweşhal im ku îro ji bo danîna kevirê binyatê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran, li parêzgeha Duhokê ne. Di karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, girîngiyeke mezin bi projeyeke stratejîk hatiye dayîn.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Ev sêyemîn proje ye, piştî projeyên hevşêwe yên li Hewlêr û Silêmaniyê. Hêvîdar im ev proje û hemû projeyên din jî, bandorekê ji bo başkirina jêrxaneya aborî û xizmeta gelê me bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Spasiyê li her du kompanyayan Xoşnaw û Qeywan dikim ji bo amadebûna wan a cibicîkirina van projeyên stratejîk. Herwiha her du projeyên din ên li Hewlêr û Silêmaniyê jî. Hêvîdarim serkeftî bin.”
Barzanî destnîşan kir: “Ev cure proje ji me re girîng in, ji ber ku dibin, hokarê bihêzkirina binemayê aboriya Kurdistanê û ber bi qonaxake pêştir ve biçin. Ji aliyekî din ve, ev proje asayişa xwerakê ya welat dabîn dike û cotkaran jî piştrast dike ku berhemên wan ji aliyê destholatê ve tên wergirtin. Ev proje, ji saylo, komgeh û aş pêk tê û berhemên xwarinê dirust dike.”
Mesrûr Barzanî tekez kir, “Ev proje, çendîn derfetên kar ji welatiyan û me re peyda dike û alîkar dibe ji bo derçûyên zanîngeh û peymangehan bêne wergirtin, şarezayîyên xwe lê bi kar bînin û berhemên navxweyî zêde bikin.”
Serokwezîrê Kurdistanê da zanîn: “Ji erkê hikûmetê ye, piştevaniya van pêngavan û sektora taybet bike. Eger sektora giştî jî bi awayekî têkel bikare berdewamiyê bide van cure karên hevbeş, dê bikarin pêşerojeke gelekî baştir ji xwe re misoger bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Çandinî yek ji binemayên sereke yên aboriya her welatekî ye. Cudahiya çandiniyê ji jêderên din ên dahatê ew e, çandinî ti caran bi dawî nabe, her sal dikare dubare bibe. Eger sûdê ji teknolojiya nû werbigirin jî, berhem dê sal bi sal zêde bibe.”
Di beşeke din a gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Aboriya Herêma Kurdistanê girêdayî aboriya cîhanê ye. Ew rewşa li Bexdayê heye, bandorê li ser aboriya Herêmê dike, ji ber wê eger nûnerên me yên bihêz û bi karîn li Bexdayê hebin û berevaniyê li Herêmê bikin, bêguman rewşa me dê baştir bibe.”
Mesrûr Barzanî di dawiyê de wiha axivî: “Divê jêrxaneya xwe ya aborî ava bikin û berhemên nevxweyî yên Herêma Kurdistanê zêde bikin. Gelek samanên me yên xwezayî hene û xelkê me yê bi karîn jî heye. Spas ji Xwedê re, tevî hemû qeyranên aborî û tendirustî, em ranewstîn û me proje li pey proje cibicî kirin û em berdewam dibin jî. Gelek projeyên me yên mezin ji bo hemû parêzgeh, qeza û nahiyan, hêviya me ew e, Kurdistan li ser asta cîhanê bibe welatekî pêşketî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin