PeyamaKurd - Hêzên rejîma Sûriyê 8 bajarokên di bin kontrola çekdarên bi ser Tirkiyê ve li Idlibê topbaran kir.
Hat ragihandin ku şevê din bi çekên giran herêmên Riwêha, Bênîn û Dêr Sinbul ên bejahiya başûrê Idlibê hatin topbaran kirin.
Herwiha herêmên Fitêra, Kesefra,Sifohên, Filêfil û Mûzera ên bejahiya Idlibê jî hatin topbaran kirin ku hejmara kuştî û birîndaran diyar nebûye.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) da xuyakirin, doh hêzên Sûriyê eniyên Girên Kebana li herêma Cebel El-Ekrad a gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kirin û herwiha herêmên Bara, Bilyon, Riwêha û Kensefra ên Cebel El-Zawiya li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Di nvbera Rûsya û Tirkiyê de 5ê Adara 2020an agirbesta Idlibê hatibû ragihandin, lê belê tevî wê agirbestê jî herdu aliyan êrîşên xwe ranewestandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin