PeyamaKurd - Piştî ku şevê din Şaredarê Kerbelayê hat kuştin, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çû bajarê Kerebelayê. Herwiha hat ragihandin ku kujerê Serokê Şaredariya Kerbelayê hatiye desteserkirin.
Parêzgarê Kerbela Nesyef Xetabî di daxuyaniyekê de desteserkirina kujerê Serokê Şaredariya Kerbela Ebîr Xefacî eşkere kir ku doh 10ê Tebaxa 2021ê di dema serdana çend ciyan de, gule lê hatibû reşandin û piştî gihandina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî biryar da ku ew polîsên li cem Serokê Şaredariyê werin desteserkirin, ji ber ku nekarîne wî biparêzin.
Ji bo ji nêz ve agahdarbûna li ser bûyerê û beşdarbûna taziya Serokê Şaredariyê, vê sibehê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşte Kerbelayê.
Parêzgarê Kerbelayê jî li ser kuştina Nesyef Xetabî sê roj şîn ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin