Berzencî: Îro 344 kesên din bi Koronayê ketin û piraniya wan jî nifsê nû ye

Berzencî: Îro 344 kesên din bi Koronayê ketin û piraniya wan jî nifsê nû ye

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî da zanîn, wî weke handanek derziya Koronayê wergirtiye û got, îro li Herêma Kurdistanê 334 kes bi Koronayê ketine û piraniya wan jî nifşê nû yê Koronayê ye û 4 kesan jî can dane.

Dr. Saman Berzencî di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir: “Derziya ku li berdest e gelek kêm e û têra Wezareta Tendirustiyê jî nake, loma li gor rênimayan, derzî tenê ji bo karmendên ku li nexweşxane, navendên Koronayê û taqîgehan rasterast bi vîrusê re kar dikin, dê werin bikaranîn.”

Berzencî diyar kir: “Em bi awayekî berdewam hewl didin ku derziya Koronayê bi dest bixin. Ez îro bi Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê re axivîm, biryar e 15ê vê mehê beşeke din a derziyê bigihe Herêma Kurdistanê ku bi qasî 187 hezar derzî ye. Ez ji welatiyan daxwaz dikim, ji ber ku derzî hemû li ber dest nînin, rêkarên xweparêziyê bidomînin.”

Herwiha da zanîn: “Îro 344 kesên din bi Koronayê ketin û piraniya wan jî nifşê nû yê Koronayê ye, 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin