PeyamaKurd - Nûnera Taybet ya Îraqê li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Seroka UNAMIyê li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, ji ber biryara vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê ya Serokê Amerîka Donald Trump hişyarî da.
Plasschaertê got, 'DAIŞ hîn bi temamî nehatiye qedandin û ji bo têkbirina wê pêwîstî bi demê heye.'
Plasschaert a ku berê Wezîra Berevanîya Hollandayê bû, ji medya Hollanda re ragihand, tevî ku DAIŞ ji alîyê leşkerî ve hatiye têk birin jî nehatiye bidawîkirin.
Plasschaertê bi bîr xist, DAIŞ hîn jî êrîşên xwe didomîne û got, ‘ew ne tiştekî sivik e’
Plasschaertê herwiha dîyar kir ku heger rêxistên terorîst yên li Sûrîyê xurt bibin dê heman kêşe li Îraqê jî berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin