PeyamaKurd- Çend roje ku li Îranê bi sedema zêdekşirina bihayê benzînê ya fehş xwepêşandan destpêkirine û her diçe xwepêşandan geştir dibin. Li gor ragihandina Ajansa Fars li Tehranê li navçeya Melerdê di navbera xelkê û leşkeran de şer û pevçûn derketiye û 3 leşker (Besic) jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Şehriyarê pirtûkxaneyek hatiye şewitandin û 13 hezar pirtûk jê zerarê dîne. Li bajarê Şîrazê ji roja înê heya niha 75 banka hatine şewitandin. Li gelek bajaran xwepêşandan dewam dikin. Heya niha bi awayeka fermî ji aliyê Îranê de encama xwepêşandanan nehatiye ragihandin û vedişêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin