PeyamaKurd - Li bajarê Xezne yê Afganistanê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek li dijî yekînekeyeke leşkerî pêk hat ku 7 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Afganistanê Tariq Aryen li ser mijarê ragihand, bûyer li herêma Kotal Rawza ya bajarê Xazneyê rû daye û bi otomobîleke bombebarkirî yekîneya leşkerî bûye armanca êrîşê.
Aryen daye xuyakirin ku di êrîşê de 7 karmendên ewlekariyê can dane û 16 jî birîndar bûne.
Hîn ti aliyekî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin