PeyamaKurd – Hat ragihandin ku digel agirbestê jî li Idlibê bombardimanên balafirên Rûsya û rejîma Beşar Esed berdewam dikin. Li gor çavkaniyên muxalîfên Sûriyê, şeva borî balafirên şer, Çiyayê Kurd, Cisr eş Şugur, Newala Gabê û niştîngehên wan herêman bombardiman kir.
Hat diyarkirin ku ji bilî balafirên şer, topxaneyên artêşa Sûriyê jî êrîşî xalên muxalîfan kirine û li gor îdiayan bombeyên misket jî hatine bikaranîn.
Çavkaniyên opozîsyonê dibêjin ku deverên sivîl jî bûne armanca êrîşan lê derbarê mirî û birîndaran re ti agahî nehatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin