PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina DAIŞê li sînorê navçeya Gulaleyê êrîşî gundê Îslah kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Rêveberê Asayişa Guleco li sînorê qezaya Kirfî ragihand, çekdarên DAIŞê duh bi şev êrîşî gundê Îslah li sînorê navçeya Gulaleyê kirin. Simko Elî da xuyakirin, di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne, ku di nava birîndaran de jin jî hene.
Rêveberê Asayişa Guleco herwiha diyar kir, piştî êrîşa DAIŞê, Artêşa Iraqê çûne hawara xelkê gundê Îslah, lê belê pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de derketiye.
Li gorî zanyariyên Simko Elî, di wan pevçûnan de jî 3 serbazên Artêşa Iraqê hatine kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.
Gundê Îslah ser bi bajarokê Gulale ve ye û dikeve başûrê rojavayê Xaneqînê, û nîştecihên wî gundî Erebên Sunnî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin