Serokwezîr Barzanî mizgînî da Silêmaniyê: 6 milyar dînar ji bo park û sînkayîyê tê xerckirin

Serokwezîr Barzanî mizgînî da Silêmaniyê: 6 milyar dînar ji bo park û sînkayîyê tê xerckirin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser daxwaza Wezareta Şaredariyê soz da ku 6 milyar dînar bo park û şînkayiya Silêmaniyê bê xerc kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna xîmê projeya sîloya Silêmaniyê û projeya bazar kirina genimê cotkaran mizgîniyek jî bo xelkê Silêmaniyê da.

Mesrûr Barzanî got: “Daxwazek bi rêya wezareta şaredariyê ve geheştiye min li ser dabîn kirina budceyê bo rêvebirin û çaksazî kirina şînkayiyên li parka Hewarê şar û şeqama Şêx Mehmûd û Şeqama navbera Silêmaniyê û Tasluce, ku pêwîstî bi 5 milyar û 700 milyon dînar heye, ji vê derê ji xelkê xoştivî yê Silêmaniyê re dibêjim emê wî pareyî cuda bikin û bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin