PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 466 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 8 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya îro 17ê Hezîranê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin, di 24 demjimêrên borî de 466 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 112 kes li Hewlêrê, 185 kes li Silêmaniyê, 149 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 18 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.
Wezaretê diyar kir ku di 24 demjimêran de 499 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê ji destpêka pandemiya koronayê heta niha 178718 kes pê ketine, 4 hezar û 390 kesan wefat kiriye û 167189 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin