PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Hewlêrê Ebdulwahîd Ehmed, derbarê du projeyên şênkayiya jîngehê de zanyarî dan.
Ebdulwahîd Ehmed ragihand ku ew plan dikin du projeyên nû bo şênkayiya jîngehê pêk bînin û rêjeya şênkaniyê li Hewlêrê zêde bikin.
Şaredarê Hewlêrê da zanîn ku yek ji kemberên şênkayiyê bi dirêjiya 2 kîlometran e û ya din jî 80 kîlomtre dirêj e.
Ehmed diyar kir ku bi van herdu projeyan re rêjeya şênkayiyê li Hewlêrê ji sedî 19an wê derkeve ji sedî 25an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin