Bi ser qawîsa girtiyên ‘Rojiya Mirinê’ de girtin

Bi ser qawîsa girtiyên ‘Rojiya Mirinê’ de girtin

PeyamaKurd – Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ragihandin ku îro piştî nîvro li girtîgeha Kandira F-1 ya Kocaeliyê bi ser qawîşa 3 girtîyên ketine greva ‘Rojiya Mirinê’ de hatiye girtin û karmendên girtîgehê dest danîne ser radyo, name û nivîsên wan.

Li gorî daxuyaniya OHDê ti êrîşeke fizîkî li ser girtîyan nehatiye kirin, lê amurên wan ên ragihandinê hatine desteserkirin û ev jî ne hiqûqî ye û tê xwestin têkiliyan wan bi derve re were qûtkirin.

Parêzeran da xuyakirin ku ew dê li dijî vê ‘kiryara kêfî’ serlêdanên hiqûqî bikin.

Hêjayî gotinê ye, li gelek girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên PKKê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ketine grevên birçîbûnê û hejmarek girtî jî di rojiya mirinê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin