PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî rapora xebata 9 emîn ya hukumeta Herêma Kurdistanê pêşkeşî parlementoyê kiribû. Endamê mekteba siyasî ya Tevegera Îslamiya Kurdistanê Kamil Hacî Elî di derbarê rapora serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku pêşkeşî parlementoya Kurdistanê kir, weka gavekî gelek baş navand.
Kamil Hecî Elî bi BasNewsê ragihandiye ku tevlîbûna Barzanî bo civîna parlementoyê bi êrînî dîtine û gotiye wê civîna bê, bêhtir bi îstîqrar be. Hecî Elî weha gotiye:
“Bo pêngavên mezin bavêjin, hereketkirina hukumeta Herêma Kurdistanê û parlementoya Kurdistanê ya bi hevre gelek girîng bû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin