PeyamaKurd - Encamên rapirsiyekê nîşan didin ku li Bakûrê Kurdistanê rêjeya wan kurdên ku dikarin bi kurdî binivîsin û bixwînin, tenê %18 ye û %80 kurdan jî daxwaza perwerdeya zimanê daykê dikin.
Navenda Lêkolînê ya Rawest, ku par hatiye damezirandin û navenda wê ya serekî jî li bajarê Diyarbekirê ye, li ser rêjeya xwendin û nivîsandina kurdî li nav kurdên Bakûr de, rapirsiyek kiriye.
Rawest'ten "Kürtçe" araştırması
— A.Rahman Gök (@arahmangok) September 17, 2019
* Anket 4 kentte yapıldı
* Yüzde 18'i hem konuşabiliyor hem okuyup yazabiliyor
* % 15'i sık sık Kürtçe konuşuyor
* % 40,5'i her gün Kürtçe müzik dinliyor
* % 10'u Kürtçe haber takip ediyor
* % 84'ü anadilde eğitim istiyorhttps://t.co/KgDYXWIHnm pic.twitter.com/ojzN6PorIk
Li gorî encamên beşek ji wê rapirsiyê, li Bakûr tenê %18 kurdan dikarin bi zimanê xwe binivsîn û bixwînin.
Li gorî wê rapirsiyê, ku li ser 600 kesan li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Wan û Rihayê hatiye kirin, %26 kurdan gotine “ez dikarim bipeyîvim lê nikarim binivîsim û bixwîninim”, %24.5 jî gotine “ez fam dikim lê nikarim bipeyîvim”, %17 jî gotine “hinekî fam dikim lê qet nikarim bipeyîvim” û %14.5 jî gotine “hinek tiştan fam dikim û nikarim qet bipeyîvim”.
Tenê tiştekî ku di vê rapirsiyê de dilê mirov xweş dike, ew jî ew e ku rêjeya %80 kurdên Bakûr daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin