Bi minasebeta Cejna Karkeran li Hewlêrê mesek hat lidarxistin

Bi minasebeta Cejna Karkeran li Hewlêrê mesek hat lidarxistin

PeyamaKurd – Bi minasebeta 1ê Gulanê Cejna Karkeran li Hewlêrê meşekê hat lidarxistin.

Îro 1 Gulanê, roja cîhanî ya karkeran e. Li Kurdistanê jî weke gelek welatên din ên cîhanê, ev roj bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin û daxwaza mafên baştir ên jiyanî tê kirin.

Bi minasebeta 1ê Gulanê Roja Karkeran ji aliyê Partiya Şûî ya Kurdistanê ve li Hewlêrê meşek hat lidarxistin. Ji bilî berpirsên partiyên çepgir ên Kurdistanê gelek kesên din jî bi alên Kurdistanê beşdarî meşê bûn.

Çalakvanan daxwaz ji hikûmetê û aliyên pêwendîdar kirin ku rewşa karker û kedkaran baştir bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin