PeyamaKurd - Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, kurdên misilman û kakeyî cejna Remezanê li hev pîroz kirin.
Wekî gelek deverên Kurdistanê, li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê jî çandeke bedew ya pêkvejiyana ayînî heye ku îro di roja yekem a Cejna Remezanê de kurdên kakeyî çûn mala kurdên misilman û pîrozbahî li wan kirin.
Li gor nûçeya BasNewsê kurdekî kakeyî bi navê Asî Fayîq li ser pîrozkirina cejnê got, “Em çûn malên birayên xwe yên misilman û me cejna Remezanê li wan pîroz kir. Me xwest em mînakeke baş ya pêkvejiyanê nîşanî her kesî bidin.”
Esfendiyar Mihemed jî kesekî misilman e û got, “Bi rastî em gelekî şa bûn dema me dît birayên me yên kakeyî hatin cejna Remezanê li me pîroz kirin. Em gelekî ji hev hez dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin