PeyamaKurd - Meclîsa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di bin kontrola Kurdan de ne ragihand, li her du taxan 6 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Meclîsa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li her du taxan 6 kes bi Covid-19 ketine ku 2 ji wan baş bûne û 4 nexweş jî li malên xwe têne dermankirin.
Meclîsa Tenduristiyê di daxuyaniyê de bang li welatiyan kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiyê were girtin û ji welatiyan jî xwest, dema nîşaneyên vîrusê li wan peyda bûn an jî ji hinekan bi guman bûn, yekser agahiyê bidin wan.
Ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê a li Sûriyê ve, yekem car e li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nexweşên Covid-19 têne tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin