Abdullah Gül,  Tayip Erdoğan û Bahçeli pîroz kir: Di çareseriya Kurd de deriyekî nûh vekirin

Abdullah Gül,  Tayip Erdoğan û Bahçeli pîroz kir: Di çareseriya Kurd de deriyekî nûh vekirin

PeyamaKurd – Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gül li ser qanûna çareseriya yasayê ku di rojnama fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin de got ku di çareseriya doza Kurd de deriyekî nûh vekiriye, li ser derxistina qanûn de serokkomar Erdoğan û Devlet Bahçeli pîroz kir û ragihand ku di mijarê de, ‘daîma baweriya xwe ya ku wê tiştnên baş bibin’ parastiye.

Serokkomarê 11em yê Tirkiyê Abdullah Gül, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di dîroka komara Tirkiyê de yek ji mijarên herî girîng mesela Kurde û ji bo çareseriya doza Kurd gihane astekî dinê.

Abdullah Gül, di daxwuyaniya xwe de weha dewam dike:

“Îro bi îmzakirina rêzdar serokkomar, qanûna ku di rojnama fermî de hat belavkirin, mijarekî herî girîng ya ku dîroka Komarê de heye, di çareseriya doza Kurd de deriyekî nûh vekiriye.”

Gül, bi taybetî di çareseriyê de behsa rola serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê MHPê Devlet Bahçeli kir û got:

“Di serî de serokkomar Recep Tayip Erdoğan û serokê MHPê Devlet Bahçeli ku vê pêngava cesûr avêtine û lîderên siyasî û kesên ku bingehê ji bo planê amade kirine, wan wezîfedarên dewletê pîroz dikim. Bila ji bo Tirkiyê li ser xêrê be.”