PeyamaKurd- Bi nasnameya xwe ya serfermandariya Iraqê û hem serokwezîr Adil Abdulmehdî ferman da ku hemû buroyên bi navê Haşdî Şa’bî bên girtin. Abdulmehdî biryarnameyeka di derbarê Haşdî Şa’bî de hat amadekirin îmze kir. Di biryarnameyê de ragihand ku Haşdî Şabî mecbûre fermanê bîne cî û serokwezîr kî bixwaze, dê wî bîne serê Haşdî Şa’biyê ji ber ku Haşdî Şa’bî perçeyekî ji artêşa Iraqê ye.
Di biryarnameyê de hat ragihandin ku ew navên di dema şerê li dijî DEAŞê de navên ku ji aliyê grûban de dihatin bikaranîn hemû hatine rakirin û di şûna wan de, dê navên “tugay” an “alay” bên bikaranîn. Grûbên ku naxwazin tevlî avahiyên bi sîlih bibin, li gor qanûn dikarin bibin partî an grûbên siyasî. Dikarin bo parastina buroyên xwe yên sîvîl yên ku damezrînin, sîlihên bi rûxset li ser xwe bigerînin. Wekî din dê nikaribin sîlih hildin an li ser xwe bigerînin. Di biryarnameyê de heye ku grûbên di derveyê biryarnameyê de bi dizî an bi aşkera kesên ku bi sîlih xebatan bikin, dê li “dijî qanûn” bên qebûlkirin. Di fermannameyê de weha hat gotin:
“ Li bajaran û li herêmên derveyê bajaran, boroyên ku bi navê Haşdî Şa’bine an pê ve girêdayînê dê hemû bên girtin. Buroyên bi ser Haşdî Şa’bî yên aborî û noqteyên leşkerî yên kontrolê dê hemû bên girtin.”
Abdulmehdî ferman da ku biryarname heya 31 ê tîrmehê bi hemû xalan ve bînin cî û li ser avahiya Haşdî Şabî dê hinek biryarên din jî bên sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin