PeyamaKurd – Wezareta Xezînê ya Amerîkayê bi sedema ku buroyên dowîzan yên li Tirkiyê bikar anîne û bi sed milyon dolaran pere şandine ji Hîzbûllahê re, 10 kesan xist nav lîsta givaşê.
Tora navborî ku 10 kes tê de ne, bi seferên navbera Tirkiye, Îran, Îmarat û Lubnanê de, bi sed milyon dolaran pere birine û ji Hîzbûllahê re fînansê kirine. Tora navborî buroyên dowîzan yên li Tirkiyê bikaraniye.
Di biryara wezareta xezînê ya Amerîkayê de, di seha desthilata Amerîka de, çi heyiyên wan 10 kesan hene, dane rawestandin û qedexe kirin ku welatiyên Amerîkayê û şîrketên Amerîkayê bi wan re kar bikin.
Wezaretê got ku tora navborî ji aliyê karsazê Tirkiyê Yunus Alper Yılmaz de tê birêvebirin. Wezaretê got:
“Yılmaz hinek buroyên dowîzan weka paravan bikaraniye, ji bo pere ji artêşa Îranê re, ji bo Hêza Qudsê re pere bişîne, şîrketên sexte an ku paravan û hesabên bankayê ji bo bikarbîne temîn kiriye.”
Di lîsta givaşê de ji bilî Yılmaz, Halil İbrahim Kaçmaz, Önder Dede, Vasfi Akyüz, Mehmet Akyüz, Mehmet Acur, Feyyad Karasalih, Masoud Mousafar, Gülay Kaya Savcı û Emrah Ayaz hene.
Amerîka, Hîzbûllahê ji sala 2001an heya niha di asta navdewletî de terorîstekî kureyî bi nav kiriye.