AFP: Serokê Wagnerê ne li Belarûsê, li Rûsya ye!

AFP: Serokê Wagnerê ne li Belarûsê, li Rûsya ye!

PeyamaKurd – Nîqaşên li ser serhildana Koma Wagner a leşkerên kirêkirî yên rûsî û serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin, dewam dikin.

Li gorî lihevkirina bi navbeynkariya Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko, diviyabû Prigojin li Belarûsê bûya ku beriya niha jî Lukaşenko gotibû, Prigojîn li welatê wî ye.

Ajans France Press (AFP) îro 6ê Tîrmehê ragihand ku Lukashenko ji rojnamevanan axivî ye û gotiye: "Tevî peymana bi Kremlînê re ku li gorî wê Prigozhin diviya biçe Belarûsê jî ew hîn jî li Saint Petersburgê ye.”

Lukashenko daye xuyakirin, endamên Wagnerê ne li Belarûsê ne û heta vê kêliyê jî li kampa xwe ne û got: "Bawer nakim ku Wagner li Belarûsê serî hilde."

Li aliyê din, li gorî nûçeyên medya rûsî hêzên Rûsyayê bi ser mala Prigojin a li Rûsyayê de girtine û dest danîne ser bi milyon dolaran pere û çekên di nav mala wî de. Herwiha tê diyarkirin ku Pûtîn fermana kuştina Prigojîn daye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin