AFRICOM: Li Lîbayayê 2 hezar leskerên Wagnerê ser dikin

AFRICOM: Li Lîbayayê 2 hezar leskerên Wagnerê ser dikin

PeyamaKurd- Berdevkê pêwendiyên gel yê Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Afrîkayê (AFRICOM) Nicole Kirschmann ragihand ku şîrketên bi ser Wagnerê de, li Afrîkayê her tiştî ser û binê hev dikin û aramiyê têkdibin. Nicole Kirschmann weha got:

“Em texmîn dikim ku 2 hezar leşkerên bi pere, yên bi ser şîrketa Wagnerê ya Rûsyayê ve li Lîbyayê hene. Divê li Lîbyayê mijar bi awayekî siyasî çareser bibe û leşkerên bi pere yên Wagner a Rûsyayê herêmê terk bikin.

Nicole Kirschmann ragihandina xwe di televîzyona February de kir. Kirschmann got ku grûba Wagnerê bi leşkerên xwe yên bi pere tê naskirin ku leşkerên wê li Ûkrayna, Suriye, Lîbya û li welatên Afrîkayê hene. Li gor raporên Neteweyên Yekgirtî, leşkerên wagnerê li Lîbyayê di ser hezarî de ne û bi hêzên Hafter re li dijî hukumeta rewa şer dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin