Afxanistan navbir da operasyonan

Afxanistan navbir da operasyonan

PeyamaKurd- Serokê dewleta Afxanistanê Eşref Ganî ragihand ku wê heya dawiya Remezanê operasyonan rawestîne.

Agirbesa Afxanistanê ji 12ê hezîranê heya 19 ê hezîranê ye. Lê ev biryar ne ji bo İŞİDê ye. Şerê li hemberê İŞİDê wê dewam bike. Diyar nîne bê Talîban wê agirbesê qebûl bike an na.

Ganî di televîzyona dewletê de weha axifî: “Ev agirbes bo Talîbanê fersende ku fam bike bê ew şiddet çiqas hezkirina xelkê şikandiye û baweriya xelkê bi wan nayê. Belkî Talîban fêm bike bê çawa xelkê ji xwe dûrkiriye. Bo di welat de çareseriyekî çêbibe, em qeweta xwe weha datînin holê û xwe îsbat dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin