PeyamaKurd - Agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de ji roja yekemîn ve hat binpêkirin.
Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bajarokê Kewnîn ê navçeya Bint Cibêl a li başûrê Lubnanê bi obîsan topbaran kir û li bajarokê Xeyamê jî operasyonên teqandin û hilweşandina xaniyan pêk anîn.
Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Kewnînê guleyên obîsan avêtin tîma ambulansê ya girêdayî "Desteya Tenduristiyê ya Îslamê".