PeyamaKurd – Cîgira serokê partiya CHPê Gül Çiftçi îro li zîndana Silivriyê, şaredarê CHPyî yê Esenyurt a Îstenbolê Prof. Ahmet Özer ziyaret kir. Di hevdîtinê de Özer ragihandiye ku tenduristiya wî başe, peyama destekê ragihandiye û gotiye:
“Şaredarê me ji 30yê Cotmehê û heya niha, herkesê ku demokrasiyê û îrada xelkê parastiye, sipasiya wan kir.”
Çiftçi, di nav rêvebiriya CHPê de, ji karên hûqûqê û karên hilbijartinê berpirs parêzerekiye. Parêzer Gül Çiftçi di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Min, bi şaredarê me yê Esenyurtê bi Ahmet Özer re, bîstek berê hevdîtin kir. Tenduristiya wî û morala wî zahf başe, ji temamê rêheval û cîranên xwe yên Esenyurtê re silav şand. Şaredarê me ji 30yê Cotmehê û heya niha, herkesê ku demokrasiyê û îrada xelkê parastiye, sipasiya wan kir.”
Bi sedema têkiliya wî bi PKKê re heye, hêzên asayîşê avêtibûn ser mala wî û şaredariyê, wî xistibûn binçav û paşî diryara zîndanîkirina wî dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin