PeyamaKurd – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di parkê de cenazeyê kesekî hat dîtin.
Welatiyên çûn Parka Sirûştî ya Orenonuyê, kesekî li erdê dirêjkirî dîtin û aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûn parkê û tesbît kirin ku ew zilam miriye.
Di encama lêkolînê de eşkere bû ku ew cenazeyê Bulent Demirkaya ye.
Cenaze ji bo otopsiyê veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat detpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin