PeyamaKurd – Namzedê AKPê yê Şaredariya Mezin a Enqerê Mehmet Ozhasekî hem dengê Kurdan xwest hem jî got, ‘Xwedê kêfa yên ku dibêjin Kurdistan neyîne.”
Ozhasekî di civîneke li Enqerê de wiha axivî: “Ez bang li birayên CHPyî yên sosyal demokrat dikim. Bang li birayên netewperest ên IYI Partiyê dikim; destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Xwedê kêfa van kesên dibêjin ‘Kurdistan’ bila neyîne. Neçin deng nedin heman sindoqên kesên dibêjin ‘Kurdistan’.”
Ozhasekî herwiha di heman axaftina xwe de dengên Kurdên Enqereyê jî xwest û di berdewamê de got, “Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniyan dide ku ew dê şertê xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê bipejirînin. Ev tê wateya ku li başûr û rojhilatê Tirkiyê federasyonê yan jî rêveberiyeke serbixwe nas bikin.”
Namzedê AKPê herwiha bêyî bi nav bike ji bo HDPê û yên dengên xwe bidin tifapa CHPê wiha axivî:
“Ma ne ev in ketiye pey dewleteke serbixwe? Di demeke ku nûnerên terorê yên siyasî navê Kurdistanê deng dikin de, ma em vê ji nedîtî bibînin? “Ez bang li birayên CHPyî yên sosyal demokrat dikim. Bang li birayên netewperest ên IYI Partiyê dikim; destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Xwedê kêfa van kesên dibêjin ‘Kurdistan’ bila neyîne. Neçin deng nedin heman sindoqên kesên dibêjin ‘Kurdistan’.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin