Tabletên li Sêwasê yên 3,400 sal berê: Dibêjin nexweşînekî giran belav bûye

Tabletên li Sêwasê yên 3,400 sal berê: Dibêjin nexweşînekî giran belav bûye

PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêwasê li Samûha (Kayalıpınarê) tabelên çaxa Hîtîtan (Hatî) yên 3 hezar û 400 sal berê derketin ortê.

Di tabletan de derket ortê ku di wê çaxê de nexweşînekî bi heraret ya bandorê li zaok û bebekan kiriye, di nav xelkê de çêbûye.

Kolandinên binê erdê li bajarê Sêwasê li navça Yıldızeliyê dewam dikin. Kolandin li qerexê çemê Kızılırmakê de tên kirin û bajarê wê çaxê yê bi navê Samûha de tabletên di wextê Hatiyan de yên di wexta qral Tûdhaliya 2. de hatin dîtin.131 tabletên ku bi nivîsa mîxî hatine nivîsîn derketin ortê.

Tabletên ku bi zimanê Hatî (Hîttît) û Hûriyan hatine nivîsandin, di yên 3400 sal berê de, agahiyên rêvebiriya dewletê, xebatên leşkerî, malbata mîrên wan û di derbarê jiyana civakî ya wê çaxê hene.

Di hinek tabletan de agahiyên ku nexweşînekî wê wextê di nav xelkê de belav bûya hene. Bi taybetî nexweşîn li ser zarok û bebekan kiriye, bi sedema nexweşînê bi falan li zarokên qral, prens, prensesan rayedarên bilind yên leşkerî nêrîne, di tabletan de nexweşînê çawa di malbata rêvebiran de endîşeyan çêkirine heye.

Di tabletekî de bebekekî qraliyetê miriye û çawa defna wî kirine hatiye nivîsandin.

Di tabletekî dinê de nameyekî ji generalên Hîttîtan yên Rojavayê Anedolê ji bo qraliyetê hatiye nivîsîn û di tabletê de dibêje ku herêma Hîtîtan ji aliyê dijmin de hatiye dorpêçkirin.

Ji qral esker, hesp û erebeyên şer dixwazin. Eger alîkarî neçe wê general nebin berpirsê encama rewşê.