PeyamaKurd - Fermandarekî berê yê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yê bi navê Ebû Bekir Ebûd (Cewad Mistefa Elî), piştî ku li mala xwe ya li bajarê Sermedayê ê li bakurê Îdlibê hate gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, gulebarankirin ji aliyê çekdarekî nenas ve hat kirin û bi giranî birîndar bû.
Hat ragihandin ku Cewad Mistefa Elî welatiyekî Libnanî ye û xelkê bajarê Trablusê ye.
Heta niha nasnameya êrîşkaran nehatiye eşkerekirin û derbarê vê bûyerê û sedemên êrîşê de ji aliyê berpirsan ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.