Kolberê kurd hate qetilkirin

Kolberê kurd hate qetilkirin

PeyamaKurd - Kolbernewsê derbarê bûyerê de ragihand ku demjimêr 03:00’yê berbanga îro, welatiyê bi navê Behmen Xidrî (34) yê xelkê gundê Malte yê ser bi Baneyê ve, li ser sînorê gundê xwe bêyî ti hişyariyekê bûye hedefa guleyên hêzên leşkerî yên rejîma Îranê û ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan, Behmen Xidrî zewicî û bavê du zarokan bû; keça wî 4 salî ye û kurê wî jî tenê 16 roj beriya qetilkirina bavê xwe ji dayik bûye.

Hêjayî gotinê ye di nava çend rojên borî de li herêmên sînorî yên Baneyê ev duyemîn bûyera qetilkirina kolberane.

Berê jî berbanga roja Şemiyê kolberekî din ê 34 salî yê xelkê Baneyê yê bi navê Teyib Rostemî bi gulebarana rasterast a hêzên çekdar ên Îranê hatibû qetilkirin.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, di nava sala borî de li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 57 kolber bûne qurbanî; ji wan 26 kes hatine qetilkirin û 31 kes jî birîndar bûne.

Ji sedî 77ê van bûyeran bi gulebarana rasterast a hêzên Îranê pêk hatine. Tevî ku îsal hejmara giştî ya qurbaniyan kêm bûye jî, rêjeya qetilkirinan li gorî birîndarbûnan bi awayekî berçav zêde bûye.